Serok Barzanî hewildanên NY yên ji bo dabînkirina aramiyê li Iraqê bilind nirxand
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê Şandeya UNAMIyê li Iraqê Mihemed Hessan kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, ev hevdîtin bi helkefta bi dawîhatina erkê Mihemed Hessan li Iraqê û bi armanca xatirxwestinê pêk hat.
Di hevdîtinê de, Mihemed Hessan spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştgiriya wî ya berdewam, ku roleke mezin di serkeftin û pêşveçûna karên şandeya Neteweyên Yekgirtî de li Iraqê lîstiye.
Ji aliyê din ve, Serok Barzanî spasiya nûnerê Neteweyên Yekgirtî kir ji bo wan hewildanên ku şandeyê di rûbirûbûna pirsgirêkan de dane. Serok Barzanî her wiha bal kişand ser giringiya piştgirîkirina proseya siyasî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê de, da ku aramî û bextewarî ji bo hemû gelên Iraqê bê dabînkirin.
Di dawiya hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê di karê wî yê nû de ji bo Mihemed Hessan xwest.
Nûvekirina herî dawî: 17:05:20









































































































































































