Mesrûr Barzanî: Divê malbatên qurbaniyên destê rejîma berê ya Iraqê bên qerebûkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek di salvegera jenosîda Barzaniyan belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek di salvegera jenosîda Barzaniyan belav kir û tê de ragihand, “Devera Barzan her tim malbenda şoreş, raperîn û têkoşînê bûye, ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê, lewma rastî gelek êrîşên wêrankirin, şewitandin û qirkirinê hatiye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Di salvegera jenosîda Barzaniyan de, em hemû qurbaniyên vê kempîna nijadperestiyê ku rûbirûyî hovanetirîn tawana qirkirinê ji aliyê rejîma Beis bûne, bi rêz û hurmet bi bîr tînin ku ev bû destpêkek bû ji bo kempînên din ên enfalên li Germian û Badînan, kîmyabarana Helebce û jenosîdê li deverên din ên Kurdistanê.”
Tekez kir jî: “Devera Barzan her tim malbenda şoreş, raperîn û têkoşînê bûye, ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê, lewma rastî gelek êrîşên wêrankirin, şewitandin û qirkirinê hatiye. Lê dijminan ti carî nekarîne giyanê xweragiriyê, daxwaz û vîna azadîxwaz a gelê wê jinav bibe. Devera Barzan heta roja me ya îro, navend û qada parastina maf û daxwazên netewî û niştimanî yên gelê Kurdistanê ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di guftûgo û danûstandinên ligel Hikûmeta Federal de, hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê malbatên qurbaniyên destê rejîma berê ya Iraqê bi şêweyekî hêja, madî û manewî bên qerebûkirin.”
Herwiha got: “Di vê boneya xemgîn de, em rêz û pêzanîna me bo gelê Kurdistanê bi giştî û xelkê Hewlêrê û derdora wê bi taybetî heye, ku bi mêrxasî bi hawara kesûkarên qurbaniyên Barzanîyan çûn û alîkariya wan kirin.”
Serokwezîr Mesrûrj Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Em bejna xwe li ber şehîdên enfalkirî yên Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin û ew her dem di bîra me de ne.”
Nûvekirina herî dawî: 10:11:24