Mesrûr Barzanî: Em dermanên bi kalîteya baştir ji bo welatiyên xwe dabîn dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo dabînkirina dermanê baştir bo welatiyan, hikûmet ji îro ve dest bi çaksaziyeke bingehîn kiriye.

7 Îlon 2022 - 03:00
7 Îlon 2022 - 03:00
 0
Mesrûr Barzanî: Em dermanên bi kalîteya baştir ji bo welatiyên xwe dabîn dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, em bi rêya girêbesta şefaf ve, ji bo welatiyên xwe dermanên bi kalîteya baştir û bi lêçûnên kemtir dabîn dikin.

Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir, dermanên bi kalîteya baştir bi bihayê guncaw dê werin dabînkirin û bo cara yekem tender ji bo dabînkirina dermanan tê ragihandin û bihayên 230 cûre deramn tên destnîşankirin.

Ev nûçe bi tevahî 729 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:13:09