Mesrûr Barzanî: Em pabendbûna hikûmetê bo baştirkirina jiyana karkeran tekez dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Gulanê, bi boneya Roja Kedkaran a Cîhanî peyamek belav kir.

1 Gulan 2024 - 09:36
1 Gulan 2024 - 09:36
 0
Mesrûr Barzanî: Em pabendbûna hikûmetê bo baştirkirina jiyana karkeran tekez dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya roja Kedkaran a Cîhanî pîrozbahiyê li hemû karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez erk, xebat û rola diyar a karkerên Kurdistanê di avadankirin û geşkirina aboriya Kurdistanê de bilind dinirxînim.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Di vê boneyê de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyana karkeran û parastina mafên wan di warê tendirustî û ewlekariya kar û dabînkirina mafên wan ên yasayî de tekez dikin.”

Di dawiyê de Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Roja Cîhanî ya Kedkeran pîroz kir û hêviya jiyaneke xweş û baştir ji wan re xwast.

Ev nûçe bi tevahî 696 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:46:39