Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ku Îraq careke din vegere dîktatorî û navendîtiye
Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî li mitînga partiya xwe ya Soranê got,”Em rê nadin ku Îraq careke din vegere dîktatorî û navendîtiye”

Mesrûr Barzanî her wiha got, "Em dixwazin ezmûna xwe bi aliyên din ên Îraqê re parve bikin."
Alîkarê Serokê PDKyê li Soranê di merasîma danasîna namzedên PDKyê de gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî got,"Em ber bi hilbijartineke çarenivîsaz ve diçin. Ev hilbijartin wekî her hilbijartineke din girîng e.
Pêwîst e em biçin Parlamentoya Îraqê da ku em parastina destkeftiyên xwe bikin.
Ji bo ku em avedaniya xwe biparêzin û destûr wekî xwe bê pê pakanîn, ji bo ku em rê nedin neyarên vî gelî mafên me yên destûrî bin pê bikin, pêwîst e, em hemû bi awayekî çalak beşdarî vê hilbijartinê bibin.
Divê em hêza PDKyê nîşanî hemû cîhanê bidin."
Mesrûr Barzanî ji xelkê xwest ku bi awayekî çalak tevlî hilbijartinan bibin û wiha domand:
"Ji bo ku kesên din li şûna me biryarê nedin, ji bo ku xwişk û birayên we, nûnerên we yên rastîn, karibin li Parlamentoya Îraqê di eniya pêş de parastina mafên me bikin, pêwîst e hemû kes beşdarî dengdanê bibe."
Alîkarê Serokê PDKyê xwest hilbijartin bi awayekî aram bê kirin û wiha domand,"Em bi rewişta bilind a PDK û Rêbaza Barzaniyê Nemir bangê dikin.
Em bi aramî lê bi pêngavên saxlem û bi bawerî, bi piştgiriya Xwedê û dengê we ber bi serkeftinê ve diçin."
"Li Kurdistanê ti rikberê PDKyê nîne"
Mesrûr Barzanî behsa xebatên PDKyê jî kir û got, “Xelkê yên din ceribandiye. We jî derfet daye hemû aliyên siyasî ku xwe biceribînin û bibînin ka dikarin çi destkeftiyan ji bo xelkê Kurdistanê bi dest bixin.
Ez dikarim bi piştrastî rastiyekê ji we re bêjim; her çi destkeftî hebe bi serpereştiya PDKyê bi dest ketiye.
Ti alî bêyî PDKyê nikariye ti destkeftiyê bi dest bixe.
Li Kurdistanê ti rikberê PDKyê nîne. PDK partiya siyasî ya herî bihêz a Kurdistanê ye.
Em dixwazin vê hêzê bibin Bexdayê da ku em parastina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û hemû Îraqê bikin.
Çiya şahidê qurbaniyên PDKyê ne. PDK xwedî dîrokeke tijî serwerî û qurbanî ye, xwedî destkeftî û proje ye û xwedî paşerojeke tijî hêvî û omîd e."
“Em rê nadin ku Îraq careke din vegere dîktatorî û navendîtiyê”
Mesrûr Barzanî behsa hewlên navendîbûnê yên Îraqê jî kir û got, "Pêwîst e her kesê ku bifikire Îraqê ber bi navendîtiyê ve dibe, zanibe ku xelkekî me yê hişyar heye.
Pêşmergeyên qehreman û zarokên Pêşmergeyan hîn hene.
Ew fikra azadiyê ya ku li Kurdistanê çespandiye, hîn berdewam e. Em bi ti awayî rê nadin careke din Îraq vegere dîktatorî û navendîtiye.
Em dixwazin ezmûna xwe bi aliyên din ên Îraqê re parve bikin. Em dixwazin alîkariya wan jî bikin.
Em dixwazin Îraq ku welatekî dewlemend e, bextewar be, pêş bikeve û pêşketina aborî li hemû welat berdewam bike.
Eger Îraq bi pêş bikeve û bextewar be, xelkê me jî dikare sûdê wergire. Kargehên me jî dikarin zêdetir berhemên xwe bişînin navenda Îraqê.
Em dixwazin hemû Rojhilata Navîn ber bi azadî, aştî û seqamgiriyê ve biçe.
Ev ne tenê diruşma PDKyê ye, belkî tiştek e ku PDK ji kûrahiya dilê xwe bawer dike ku em bi aştiyê, pêşketinê û banga azadîxwazan re ne."
Nûvekirina herî dawî: 12:36:25




































































































































































