Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya Kongreyê Munchen li Almanya ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariyê di Kongreyê Ewleyîyê yê Navneteweyî li Munchenê, çû Almanyayê.

15 Sibat 2019 - 05:36
15 Sibat 2019 - 05:36
 0
Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya Kongreyê Munchen li Almanya ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi awayek fermî bo Kongreyê hatiye vexwendin û di şanda digel de Peyvdarê hukimeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê hukimeta Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî jî hene.

Tê çaverê kirin Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munchenê, ligel hejmarek berpirsiyarên bilind ji welatên cuda yên beşdarî Kongreyê re bicive.

Kongreyê Ewleyî yê Munchenê sibe destpê dike û heta roja Yekşemiyê dom dike.

Ev nûçe bi tevahî 1130 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:29:32