Mesrûr Barzanî ji bo Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê belav kir.

31 Tebax 2026 - 10:40
31 Tebax 2026 - 10:40
 0
Mesrûr Barzanî ji bo Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana roja şemê li Amedê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbata Mehdî Zana û hevjîna wî Leyla Zanayê nîşan da.

"Yek ji xebatkarên navdar ên Kurd bû"

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:

“Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim.

Rêz û hurmet ji bo malbata wan a birêz, bi taybetî ji bo xwişka hêja Leyla Zanayê.

Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû ku jiyaneke dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir. Ruhê wî şad û cihê wî bihuşt be."

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:40:24