Mesrûr Barzanî ligel şandeke xwendekarên Akademiya Dîplomasî ya Viennayê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke xwendekarên Akademiya Dîplomasî ya Viennayê kir û sandeyê xweşhaliya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ev şeşemîn şanda xwendekarên Akademiya Viennayê ye ku di salên borî de serdana Herêma Kurdistanê dike.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şanda mêvan pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa amadebûyan de behsa pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kir û ronahî xiste ser çaksaziyên Kabîneya Nehem ên di warên hemecurkirina çavkaniyên dahatê, dîjîtalkirina karûbarên giştî û destpêkirina proseya danîna diravê dîjîtalî.
Her di wê hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê k
Nûvekirina herî dawî: 06:24:19