Serok Barzanî û Balyoza Swêdê li Iraqê civiyan
Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Adara 2023an pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir.

Serok Barzanî îro 13ê Adara 2023an pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, astengiyên li pêşiya aramiya Iraqê û cîbicîkirina karnameya hikûmeta Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de gefên hizra tundrewî û mezhebî li ser paşeroja Iraq û navçeyê hatin nirxandin û tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê hate kirin.
Nûvekirina herî dawî: 09:18:27