Mesrûr Barzanî: Min tekez li ser çarekirina duberekiyan li dû destûr û lihevkirinan kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Min di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de tekez li ser çarekirina duberekiyan li dû destûr û lihevkirinan kir”.

31 Gulan 2024 - 06:48
31 Gulan 2024 - 06:48
 0
Mesrûr Barzanî: Min tekez li ser çarekirina duberekiyan li dû destûr û lihevkirinan kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 31.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Min di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de tekez kir ku em herdem ji bo çarekirineke bingehîn a arêşe û duberekiyan li dû destûr û lihevkirinan berhev in”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.

Armanca serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser bingeha destûrî ye.

 

Ev nûçe bi tevahî 908 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:32:40