Mesrûr Barzanî: PDK teslîm nabe, gelê Kurdistanê teslîm nabe
Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî got,"Vê carê erkê PDKyê giran e, ne tenê mafên Kurdistanê diparêze, hemû mafxwirên Îraqê jî diparêze."

Mesrûr Barzanî beşdarî bangeşeya partiya xwe ya Şeqlawayê bû.
Alîkarê Serokê PDKyê piştî nasandina berbijêrên Lîsteya 275an gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, "Divê em bi awayekî çalak beşdarî van hilbijartinan bibin, ji ber ku em li ser du rêyanekê ne."
Mesrûr Barzanî behsa her du rêyan kir û ew wiha rave kirin, yek jê rêdana aloziyê û dîktatoriyê ye, ya din jî şandina nûnerên PDKyê ji bo Bexdayê da ku li Bexdayê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêzin.
Alîkarê Serokê PDKyê behsa "planên neyaran" jî kir û spasiya gel kir ku her tim li hemberî wan planan rawestiyaye.
Mesrûr Barzanî di berdewamiyê jî de got, "We nehîştiye ti plana neyaran li dijî Kurdistanê bi ser bikeve.
Vê carê divê em biçin Bexdayê rikberiyê bikin."
Alîkarê Serokê PDKyê got, "Kerkûk Kurdistan e û bi xiyanetê hatiye dagirkirin." Barzanî teqez kir ku çareserî ne şer e lê pêkanîna Madeya 140î bi rêya parlamentoyê û dengên xelkê ye.
Mesrûr Barzanî ji aliyên şovenî jî pirsî ka çima ji Kurdistanîbûna Kerkûkê dilgiran in.
Alîkarê Serokê PDKyê destnîşan kir ku Kurdistanê sîstema federalî pesend kiriye, ne teslîmbûn û got, "PDK teslîm nabe, gelê Kurdistanê teslîm nabe."
Mesrûr Barzanî di dawiyê de bangî xelkê kir ku di 11ê Çiriya Paşîn de dengê xwe bidin Lîsteya 275an a PDKyê da ku PDK li Bexdayê mafên destûrî yên gelê Kurdistanê biparêze.
Nûvekirina herî dawî: 18:17:43





































































































































































