Mesrûr Barzani: PDK û Serok Barzanî garantiya parastina Kurdistanê ne

Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî got, “PDK û Serok Barzanî garantiya parastina Kurdistanê ne.”

17 Tebax 2026 - 10:52
17 Tebax 2026 - 10:52
 0
Mesrûr Barzani: PDK û Serok Barzanî garantiya parastina Kurdistanê ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera ji dayîkbûna Serok Mesûd Barzanî û 80 saliya damezirandina PDKyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de anî zimên ku PDK û Serok Barzanî hêvî û cihê baweriya xelkê Kurdistanê ne û ew garantiya parastina Herêma Kurdistanê ne.

Pîrozbahiya 16ê Tebaxê

Mesrûr Barzanî di destpêka peyama xwe de hestên xwe wisa bilêv kirin:

"Bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera ji dayîkbûna rêber û serkirdeyê me yê neteweyî û bavê min ê hezkirî Cenabê Serok Barzanî û 80 saliya damezirandina PDKyê, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêş dikim.

Ez vê rojê li Cenabê Serok, malbat û xizmên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan pîroz dikim.

Her wiha li Pêşmergeyên mêrxas û qehreman ên Kurdistanê, endam, alîgir û dostên PDKyê û hemû Kurdistaniyan pîroz dikim."

"Partiya herî kevn û mezin a Kurdistanê"

Alîkarê Serokê PDKyê bal kişand ser dîroka partiyê û damezirînerê wê û wiha axivî:

"Bîranîna damezirandina partiya herî kevn, herî mezin û herî bihêz a Kurdistanê li ser destê rêberê dîrokî û bavê ruhî yê gelê me Mistefa Barzaniyê Nemir pêk hatiye. Ev roj, yek ji roj û bîranînên herî geş ên dîroka gelê me ye."

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku PDK di bin sîber û rêberiya Serok Mesûd Barzanî de, berdewamkera rêbaza pîroz a Barzaniyê Nemir e û got:

“PDK li ser tomarkirina dastan û destkeftiyên mezin û dîrokî berdewam e ku cihê serbilindiya her Kurdistaniyekî dilsoz e.”

"Endazyarên vejandin û bipêşketinê ne"

Mesrûr Barzanî derbarê rola PDKyê ya niha de jî got:

"PDK û Serok Barzanî hêvî û cihê baweriya xelkê Kurdistanê ne. Ew garantiya parastin û bipêşxistina ewlehî û aramiya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ne.

Her wiha ew garantiya çanda bihevrejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de ne û endazyarên vejandin, avadanî û bipêşketina Kurdistanê ne."

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û got:

"Em di bîranîna 16ê Tebaxê de bi rûmet û rêzeke zêde damezirînerê PDKyê Barzaniyê Nemir û Kek Îdrîsê her tim li bîr, bi bîr tînin.

Her wiha em hemû serkirde, xebatkar û şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Her tim bi rûmet be bîranîna 16ê Tebaxê."

 

Ev nûçe bi tevahî 49 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:35