Nêçîrvan Barzanî: Divê em xwe nû bikin

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî got, “PDK pêşenga wekhevî û bihevrejiyanê ye.”

17 Tebax 2026 - 10:50
17 Tebax 2026 - 10:50
 0
Nêçîrvan Barzanî: Divê em xwe nû bikin

Nêçîrvan Barzanî her wiha got ku divê ew wekî PDKyê  xwe bi bipêşketinan re nû bikin

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî peyamek bi helkefta 80 saliya damezirandina PDKyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser berpirsyariya neteweyî ya PDKyê kir û ew wekî pêşenga wekhevî û bihevrejiyanê bi nav kir.

"Wan ji bo azadiyê canê xwe da"

Nêçîrvan Barzanî di destpêka peyama xwe de Barzaniyê Nemir Mele Mistafa Barzanî û Pêşmergeyên qehreman bi bîr anîn û got:

"Di 80 saliya damezirandina partiya me PDKyê de, em bi rûmet Barzaniyê Nemir û hemû qehreman, şoreşger û Pêşmergeyên mêrxas bi bîr tînin. Wan bi bawerî û fedakarî ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe da."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew serê xwe li ber canê pak ê şehîdan ditewînin û silavan ji malbatên wan re dişînin.

Wî ev bîranîn li Serok Mesûd Barzanî, serkirdatî, endam û hemû gelê Kurdistanê pîroz kir.

"PDK ji nav xewn û daxwazên gel ji dayîk bûye"

Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku PDK beriya 80 salan wekî pêdiviyeke dîrokî ji nav xewn û daxwazên gelê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Armanca wê ew bû ku rêberiya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ber bi azadiyê ve bike.

Wî destnîşan kir ku PDK piştî 80 salên tijî qurbanîdan û destkeftiyên mezin, îro jî bi heman berpirsyariya dîrokî xebata xwe de didomîne.

Bi gotina wî armanca wê parastina destkeftiyên destûrî û anîna paşerojeke baştir e ji bo gelê Kurdistanê.

Pêşenga bihevrejiyanê

Alîkarê Serokê PDKyê bal kişand ser rola partiyê ya di nav civakê de û wiha axivî:

"Em tekezî li ser berpirsyariya neteweyî ya PDKyê dikin ku wekî pêşeng û dînamoya bihêzkirina wekheviyê, bihevrejiyan û civandina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve kar dike."

Li gorî gotinên Nêçîrvan Barzanî, PDK dê her tim destpêşxer be ji bo nehîştina astengiyan û guherandina wan ji bo derfetên xizmetkirina welêt.

"Divê em xwe bi bipêşketinan re nû bikin"

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de amaje bi nûbûn û bipêşketinê kir û got:

"Ji bo parastina vî karwanê tijî serbilindî, divê em bi berdewamî xwe bi canê serdemê û bipêşketinan re nû bikin. Divê em sazîbûn û bipêşxistina birêvebiriyê bi pêş bixin da ku PDK wekî her tim bawerî û garantiya sereke ya mafên rewa yên gelê Kurdistanê be."

 

Ev nûçe bi tevahî 63 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:22:45