Mesrûr Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bidawî bibe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, pêwîst e di zûtirîn dem de rewşa dagîrkeriya navçeyên Kerkûkê bidawî bibe û bi li gor nexşerêya benda 140 yê destûrê were çareserkirin.

5 Hezîran 2018 - 07:18
5 Hezîran 2018 - 07:18
 0
Mesrûr Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bidawî bibe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Cîgirê Berpirsê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê general Walter Piatt civiya.

Di civînê de, dawî pêşhatên ewlekarî û siyasî ya Iraqê û liv û tevgerên vê dawiyê yên teroristên DAIŞê li navçeyên rizgarkirî bi giştî û derdora Kerkûkê bi taybetî hatin gengeşekirin. Û danûstandin derbarê qonaxa piştî DAIŞê hat kirin.

Di civînê de girêdayî wê qonaxê, Mesrûr Barzanî amaje bi rewşa berê ya parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand, dema ku Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bû, gelek aram û parastî bû.

Got jî, pêwîst e di zûtirîn dem de û li gor nexşerêya benda 140 ya destûrê rewşa wan navçeyan were çareserkirin û dawî li rewşa dagîrkeriyê were anîn.

Merûr Barzanî amaje bi girîngiya dirustkirina baweriyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de kir û tekezî li pabendbûna Herêma Kurdistanê bi berdewamiya bi şerê li dijî teroristan kir.

Ji aliyê xwe ve, general Walter Piatt derbarê plana hêza hevpeymaniyan ya perwerde û rahênankirina hêza Pêşmerge axivî û her du aliyan li ser berdewamiya guftûgo û şêwirmendiyê derbarê pirsên girîng de hevbeş in lihev kirin.

Ev nûçe bi tevahî 850 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:15:40