Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir ku wek Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê hat destnîşankirin.

6 Tîrmeh 2022 - 08:05
6 Tîrmeh 2022 - 08:05
 0
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora xwe ya civakî Twitterê pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir û nivîsî: “Pîroz be Kak Nedîm Zehawî li ser destnîşankirina we wek Wezîrê Darayî yê nû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez li bendê me ku em bi hev re xebata xwe bidomînin da ku hevaltiya Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê xurttir bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 891 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:07:48