Bi fermana serokê hikûmetê elektirîk bo 25 gundên Germiyanê tê kişandin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da 3 milyar û 627 milyon û 836 hezar Dînar ji bo gihandina elektirîkê bo 25 gundên Îdareya serbixwe ya Germiyanê bê xerckirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan belav kir, “Di çarçoveya girîngîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina gelê Kurdistanê û encamdana projeyên xizmtguzariyê li parêzgeh û îdareyên serbixwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da li ser xerckirina 3 milyar û 627 milyon û 836 hezar Dînar ji bo cibicîkirina projeya gihandina elektirîkê ji 25 gundên îdareya serbixwe ya Germiyanê re.”
Destnîşan kir jî, ew pere bi awayekî nextî û qonax bi qonax li ser budceya veberhênana Wezareta Elektirîkê tê cibicîkirin.
Nûvekirina herî dawî: 22:44:14