Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata helbestvan Newzad Refet kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkar û malbata helbestvan Newzad Refet kir.

5 Tîrmeh 2022 - 03:21
5 Tîrmeh 2022 - 03:21
 0
Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata helbestvan Newzad Refet kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir: “Ji ber koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdar Newzad Refet, ez sersaxiyê li kesûkar û malbata cenabê wî û heval û hogirên rehmetî dikim.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Giyanê wî şad bibe û Xwedayê dilovan, wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”

Ev nûçe bi tevahî 929 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:47:41