Mesrûr Barzanî û Tony Blair li Davosê li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê li Davosê civiyan û li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo bazarên Ewropayê gotûbêj kirin.

17 Çile 2023 - 16:53
17 Çile 2023 - 16:53
 0
Mesrûr Barzanî û Tony Blair li Davosê li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem gotûbêj kirin

Îro Sêşemê 17ê Çileyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin, bi taybetî li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem, di warê hemecûrkirina aborî, dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, baştirkirina sektora tendirustiyê û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê bo bazarên Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Ev nûçe bi tevahî 577 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:52:57