Metîn Barzanî li ser bûyera teqekirina li Hewlêrê daxuyaniyekê belav dike

Metîn Dilovan Barzanî radigihîne, di dema bûyera teqekirina li xwaringeha Hewlêrê, ez û çend hevalên xwe wek bi dehan welatiyên din, ji bo xwarina firavînê li wir bûn. Spas ji xwedê re ku em hemû selamet in, lê mixabin hin kesên din bûne qurbanî.”

18 Tîrmeh 2019 - 04:09
18 Tîrmeh 2019 - 04:09
 0
Metîn Barzanî li ser bûyera teqekirina li Hewlêrê daxuyaniyekê belav dike

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Diyar e hin kenalên ragihandinê yên ne berpirs hebûna min li wir ji bo hin armancên xwe bikar anîne û li ser min nûçeyên din ên bê bingeh nivîsîne.”

Metîn Dilovan Barzanî di daxuyaniya de dibêje: “Ji vir ve radigihînim ku li ser wê keysê berê xwe didim yasayê û giliya yasayî li ser wan kenalan tomar dikim.”

Duhî li xwaringeke Hewlêrê bûyereke teqekirina rû dabû û di encamê de Cîgirê Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê û du welatiyên din canê xwe jidest dabûn. Hin kenalên ragihandinê navê Metîn Dilovan Barzanî di wê bûyerê de bikar anîbûn.

Ev nûçe bi tevahî 1039 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:52:32