Mezlûm Ebdî eşkere kir: HSD dê çawa tevlî artêşê bibe?
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê û wan "di prensîbê de" li ser planekê li hev kiriye ku HSD wekî komekê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji Ajansa Associated Pressê (AP) re axivî.
Birêvebiriya nû ya Sûriyeyê ya di desthilatdariya Ehmed Şer de ku Serokê berê yê HTŞyê bû li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Peymana 10ê Adarê îmze kir.
Li gorî wê Peymana 10ê Adarê, diviya HSD tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibe lê hûrgilî nezelal bûn û bicihanîn hatibû rawestandin.
Xala sereke ya nakokiyê ew bû ka gelo HSD dê wekî yekîneyeke hevgirtî di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de bimîne yan dê hêz were belavkirin û endamên wê bi awayekî takekesî tevlî bibin.
Lihevkirina li ser mekanîzmayekê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku her du alî niha li ser "mekanîzmayekê" ji bo tevlîbûnê li hev kiriye û got:
"Em qala hejmareke mezin, bi deh hezaran leşker û her wiha bi hezaran hêzên ewlehiya navxwe dikin.
Ev hêz wekî komên din ên biçûk nikarin bi awayekî takekesî tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.
Belê, ew dê wekî pêkhateyên leşkerî yên mezin ên ku li gorî rêbazên Wezareta Parastinê hatine avakirin tevlî bibin."
Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan komîteyek ava kiriye ku dê bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê û berpirsên din ên leşkerî re bixebite da ku "mekanîzmayên guncav" diyar bike.
Ebdî destnîşan kir ku ew li bendê ne endam û fermandarên HSDyê yên ku dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibin, erkên baş di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û fermandariya artêşa Sûriyeyê de wergirin.
HSDyê di nava zêdetirî deh salan de ji ber ku pêşengiya şerê li dijî DAIŞê kir ku demekê beşên mezin ên Îraq û Sûriyeyê kontrol dikir tecrubeyeke mezin a leşkeriyê bi dest xist.
HSDyê, bi alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê Adara 2019an dawî li hebûna DAIŞê ya li Rojavayê Kurdistanê anî.
Mezlûm Ebdî anî ziman:
"Li ser bingeha tecrube û xizmeta xwe ya dirêj, ew dê cihekî birûmet di nav artêşa Sûriyeyê de wergirin û tecrubeya me dê di bihêzkirina artêşê de bibe alîkar."
Ebdî da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên li Rojavayê Kurdistanê jî dê tevlî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bibin.
Ebdî diyar kir ku ew di serdana xwe ya vê mehê ya Şamê de bi Şer û berpirsên din re civiya û di wê civînê de "di prensîbê de lihevkirinek" li ser mekanîzmaya tevlîbûna HSDyê ya di nav artêşa Sûriyeyê de çêbûye.
Civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer di demekê de hatin kirin ku alozî zêde dibûn.
Sûriyeyê serê mehê hilbijartinên parlamentoyê li dar xistibûn ku herêmên di bin kontrola HSDyê de beşdar nebûbûn.
Her wiha vê mehê, di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û HSDyê de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê şer û pevçûn derketibûn.
Rêya ber bi çareserkirina aloziyan ve
Ebdî diyar kir ku bicihanîna peymana di navbera Şam û HSDyê de dikare di çareserkirina gelek pirsgirêkên din de jî bibe alîkar.
Ebdî di hevpeyvîna xwe bi APyê re de got ku kuştinên mezhebî yên ji aliyê çekdarên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve li herêma beravê ya Sûriyeyê ya Adarê û li parêzgeha Siwêdayê ya Tîrmehê, di nava xelkê Rojavayê Kurdistanê de tirs çêkir û ew di bicihanîna peymanê de dudil kirin.
Ebdî li ser mijarê anî ziman:
"Ev yek di derengxistina bicihanîna Peymana 10ê Adarê de yek ji sedeman bû.
Lêbelê, em bawer dikin ku eger di Peymana 10ê Adarê de bipêşketin çêbibe û hemû xalên wê bi pratîkî werin bicihanîn, em dê karibin rê li ber ducarebûna bûyerên wiha bigirin."
Mezlûm Ebdî her wiha diyar kir, ji bo ku di paşerojê de rê li ber êrişên mezhebî yên bi vî rengî werin girtin, divê lihevkirinek çêbibe ku tê de hemû Sûriyeyî xwedî mafên wekhev bin û beşdarî avakirina dewletê bibin.
Ebdî destnîşan kir ku HSD di nav dewleteke yekgirtî de parêzvaniya sîstemeke nenavendî dike ku "desthilat di navbera navend û parêzgehan de were dabeşkirin".
Hikûmeta navendî ya li Şamê ditirsiya ku nenavendîbûn bibe sedema dabeşbûnê.
Ebdî her wiha got ku bicihanîna Peymana 10ê Adarê tê wateya ku hemû sazî û dezgehên sivîl, aborî û leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê dê tevlî desthilata Şamê bibin.
Pirsgirêk li ser wê yekê dimîne ka gelo Tirkiye dê tevlîbûna HSDyê ya di nava artêşa Sûriyeyê de wekî yekîneyeke hevgirtî qebûl bike yan na.
Enqere HSDyê ji ber pêywendiyên wê yên bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re wekî “rêxistineke terorîst” dibîne.
Ebdî bi hêvî axivî û anî ziman:
"Ez bawer dikim ku eger em Sûriyeyî li hev bikin -wekî ku niha diqewime- dê ti hincetên Tirkiyeyê nemînin ku destwerdanê li nav Sûriyeyê bike.
Me li ser tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê hinek nermbûn di helwesta Tirkiyeyê de dîtine."
Nûvekirina herî dawî: 10:46:06