Kremlînê bersiva pirsa ‘Gelo dê Esed were radestkirin?’ da

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskowê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer pêşwazî kir.

17 Cotmeh 2025 - 10:19
17 Cotmeh 2025 - 10:19
 0
Kremlînê bersiva pirsa ‘Gelo dê Esed were radestkirin?’ da

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di bersiva pirsa, "Gelo dê Esed radestî Sûriyeyê were kirin?" de got, "Li ser Esed tiştekî ku em ragihînin nîne."

Rûsyayê bersiv da îdiayên ku dihat digotin Ehmed Şer dê di hevdîtina xwe ya yekem a li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de daxwaza vegerandina Beşar Esed bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov xwe ji dayîna bersiveke zelal a li ser pirsên "Gelo di hevdîtina Putin û Şer de mijara vegerandina Esed hatiye rojevê?" û "Gelo dê Esed Esed radestî Sûriyeyê were kirin?" da alî.

"Paşeroja baregehên leşkerî di rojevê de bû"

Peskov ragihand ku mijara paşeroja baregehên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê di rojeva hevdîtinên di navbera Putin û Şer de bû.

Peskov her wiha nûçeyên derbarê destpêkirina dewriyeyên Rûsyayê yên li herêmên başûrê Sûriyeyê jî nirxandin û anî ziman:

"Min agahiyeke wisa nebihîstiye. Na, tiştekî wisa çênebûye.

Ez nizanim ev agahî ji kû derê derketiye."

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:41:56