Mogherini: 'Êrîşa ser Efrînê' ewlehiya Tirkiyê baştir nake

Komîsera Bilind a Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariya YEyê Federica Mogerînî, di rûniştina Parlamentoya Ewropayê (PE gotarek pêşkeş kir û bi tindû operasyona Tirkiyê ya bi ser Efrînê de rexne kir.

7 Sibat 2018 - 03:12
7 Sibat 2018 - 03:12
 0
Mogherini: 'Êrîşa ser Efrînê' ewlehiya Tirkiyê baştir nake

Mogerînî operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê wekî êrîş pênase kir û got, "Divê her cure operasyonên leşkerî tenê bi ser rêxistinên terorî yên di lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin de, werin kirin neku bi ser yên din de bên kirin û aştiyê têk bidin."

Mogerînî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nexist kategoriya rêxistinên terorê, fikarên derbarê operasyona Tirkiyê de anî ziman û got, "Vekirina eniyên nû yên şer ne çareserî ye û ditirsim ku dê operasyon Tirkiyê neke cihekî biewletir."

Komîsera YEyê herwiha bal kişand ser ku dê zêdebûna tundkariyê li Sûriyê şansê çareseriya siyasî ji dest bide û li ser binpêkirinên mafên mirovan û geşedanên dijî demokrasiyê rexne li Tirkiyê girtin.

Ev nûçe bi tevahî 1612 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:54:05