Mûş: Di êrişekê de 2 kes hatin kuştin

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekê ya li kargehekê de 2 kes hatin kuştin.

1 Îlon 2025 - 10:02
1 Îlon 2025 - 10:02
 0
Mûş: Di êrişekê de 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Kopê ya Mûşê derengê şeva borî li ser Cadeya Suat Îshakogluyê gule li cîhê kar ê Halît Taşdemîr hatin reşandin.

Di wê demê de Taşdemîr ku li cîhê kar bû, canê xwe ji dest da û zavayê wî Turkmen Ozkan jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Turkmen Ozkan bir nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest da.

Polîsan ji bo girtina êrişkarê ku nasnameya wî hat tesbîtkirin, dest bi xebatan kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 45 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:24:07