Efxanistan hejiya, bi sedan mirî hene

Rayedaran ragihand ku li parêzgeha Kunarê ya rojhilatê Efxanistanê di erdheja bi hêza 6,0 pileyan a ku şeva borî qewimî de herî kêm 250 kes mirine.

1 Îlon 2025 - 10:00
1 Îlon 2025 - 10:00
 0
Efxanistan hejiya, bi sedan mirî hene

Rayedarekî Wezareta Ragihandinê got ku birêvebiriyê helîkopter ji bo rizgarkirin û veguhastina birîndaran şandine.

Rayedar her wiha got, zêdetirî 250 kesan canê xwe ji dest daye û herî kêm 500 kes birîndar bûne û îhtimal heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Xelkê herêmê ev erdhej wekî yek ji erdhejên herî bihêz ên ku li welêt qewimiye bi nav kir.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhej saet 23:47an bi dema herêmî (19:17 GMT) tomar kir ku navenda wê 27 kîlometreyan (16,7 mîl) li rojhilat-bakurrojhilatê Celalabadê û di kûrahiya 8 kîlometreyan (5 mîl) de bû.

Li navçeyên Nûr Gal, Sawkî, Watpûr, Manogî û Çapa Darayê yên parêzgeha Kunarê mirî hatine ragihandin.

Rayedar got ku hejmarên mirî û birîndaran ne yên dawî ne.

Her wiha gelek rê jî ji ber hezîna axê hatine girtin û çûna wan deceran zehmet e.

Berdevkê birêvebiriya demkî ya Efxanistanê Zebîhulah Mucahîd piştrast kir ku erdhejê ziyanên canî çêkirine.

Wî li ser platforma medyaya civakî ya Xê nivîsî, "Mixabin, erdheja îşev li hinek parêzgehên me yên rojhilat bû sedema windahiyên canî û ziyanên madî."

Mucahîd got ku rayedarên herêmî û niştecih di nav hewlên rizgarkirinê de ne û tîmên piştgiriyê ji parêzgehên navendî û cîran berê xwe daye herêmê û got:

 "Dê hemû çavkaniyên berdest ji bo rizgarkirina mirovan bên bikaranîn."

Li gorî USGSyê, piştî erdheja mezin herî kêm du erdhejên din ên bi hêza 5,2 pileyan li heman herêmê qewimîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:22:25