Ji bo rakirina parêzbendiya Bakirhan û Ozel fezleke şandin parlamentoyê
11 fezlekeyên nû ji bo rakirina parêzbendiya 6 parlamenteran pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.

11 fezlekeyên nû ji bo rakirina parêzbendiya 6 parlamenteran pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.
Di nav wan parlamenteran de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî hene.
Serokkomariya Tirkiyeyê, ji bilî Bakirhan û Ozel derbarê Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Cemal Engînyurt, Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Ahmet Tuncay Ozkan, Parlamenterê TÎPê yê Stenbolê Ahmet Şik û Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Dîlokê Mehmet Mustafa Gunban fezleke şandine.
Li gorî agahiyan, 4 fezleke ji bo Ozgur Ozel, 2 ji bo Cemal Engînyurt û 2 jî ji bo Ahmet Şik hatine amadekirin.
Ji bo parlamenterên din jî her yekî fezlekeyek heye.
Dosye ji Komîsyona Hevbeş a Destûr û Dadê ya Parlamentoyê re hatin şandin.
Koma CHPyê jî ji bo wergirtina fezlekeyên derbarê Ozel serî li komîsyonê da.
Nûvekirina herî dawî: 15:36:03