Mustafa Ozçelîk: Ez parêzera kurd Dr. Sêvê Îzolî xanimê pîroz dikim

Parêzera kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Dr. Sêvê Îzolî xanim, ligel parêzerê Guatemalî Hector Estuardo, di pêşbirka navneteweyî ya ku ji alîyê Komeleya Baroya Navneteweyî ve di 11ê Îlona 2025an de, bi mijara "Parastina Serweriya Hiqûqê" hate lidarxistin de xelata yekem bi dest xist.
Komeleya Baroya Navneteweyî, di sala 1927an de hatiye damezirandin û 110 welat endamê wê ne.
Komeleya Baroya Navneteweyî, her sal parêzerên ku di xurtkirina serweriya hiqûqê û parastina mafên mirovan de beşdarîyên awarte kirine, xelat dike.
Ev xelata ku Dr. Sêvê Îzolî xanimê wergirtîye, serbilindîya jina kurd e, serbilindîya hiqûqnasên kurd in; serbilindîya kurdên Rojavayê Kurdistanê ye; serbilindîya hemû kurdên cîhanê ye.
Ez li ser navê xwe û navê hemû rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji dil û can, xuşk û hevala hêja Dr. Sêvê Îzolî xanê pîroz dikim. Her serkeftînê jê re dixwazim.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 19:30:29