Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi sekreterê giştî yê NY re

Li Konferansa Asayîşê ya Munichê, vê êvarê 18ê Sibata 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan.

19 Sibat 2022 - 04:58
19 Sibat 2022 - 04:58
 0
Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi sekreterê giştî yê NY re

Di civînê de piştî pêşkêşkirina kurteyek li ser pêşhateyên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, Serokê Herêmê û Serokwezîrî spasiya piştgiriya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir, bi taybetî rola UNAMI di hilbijartinên Iraqê de û hêviya berdewambûna alîkarî û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina kêşeyên li Iraqê xwest.

Pêşhateyên herî dawî yên têkoşîna li dijî teror û gef û metirsiyên DAIŞê, mijarên din ên civînê bûn. Her du aliyan tekezî li wê yekê kirine, ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke cidî û rasteqîn e li Iraq û Sûriyê û gefê li aramî û seqamgîriyê dixwe.

Daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo encamdana hilbijartinan di dema xwe de, biryara herî dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê û egera serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federal a Iraqê, çend mijarên din ên civînê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 498 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:29:20