Nêçîrvan Barzanî: Alîgirên Zaxoyê bûn şanaziya Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alîgirên tîma Zaxoyê pîroz kirin û got, “Ev şanaziyek e ji bo tevahiya tevgera werzişê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê."

16 Berfanbar 2025 - 15:04
16 Berfanbar 2025 - 15:04
 0
Nêçîrvan Barzanî: Alîgirên Zaxoyê bûn şanaziya Kurdistanê

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, alîgir û birêvebirên tîma Zaxoyê pîroz kirin û got:

“Ev sernavê cîhanî ne tenê serkeftinek e ji bo Kuluba Zaxoyê, ew şanaziyek e ji bo tevahiya tevgera werzişê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê."

"We peyama aştiyê gihand cîhanê"

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de pesnê şêwaza alîgiriya xelkê Zaxoyê da û got:

"We bi coş û xiroş û şêwaza xwe ya şaristaniyane ya piştgiriyê, stadyuma xwe kir tabloyek hunerî ya bedew û peyama aştî, hezkirin û jiyandostiya gelê Kurdistanê gihand cîhanê.

Dilsozî û wefadariya xelkê Zaxoyê yê hezkirî ya ji bo kuluba wan, mînakeke bilind e.

Ez hêvîdar im hûn her tim wekî pêşeng bimînin û bibin piştgirekî bihêz ji bo pêşketina werzişê û bilindgirtina navê Kurdistanê.

Ez careke din we pîroz dikim, her serbilind û serkeftî bin."

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.

Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ket pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:06:50