Nêçîrvan Barzanî: Berjewendiyên me û Amerîkayê hevpar in
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê yê Îraqê Joshua Harris li Hewlêrê civiyan.

Di civînê de teqezî li ser bipêşxistina pêwendiyan hat kirin û her du aliyan serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê wekî "pêngaveke girîng" pênase kir.
Nêçîrvan Barzanî 25ê Çiriya Paşîna 2025an li Hewlêrê Joshua Harris û şandeya pê re pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û paşeroja pêvajoya siyasî ya Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan birêveçûn û serkeftina hilbijartinan wekî gaveke girîng û erênî pênese kir.
Her wiha aliyan hêvî xwest ku encamên hilbijartinan bibin sedema bipêşketina pêvajoya siyasî ya welêt û bersivdana daxwaz û hêviyên welatiyan.
Di civînê de hat destnîşankirin ku berjewendî û nirxên hevpar Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê Amerîkayê bi hev ve girê didin.
Ji ber vê yekê, her du aliyan teqezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevkariya navbera wan kir.
Mijarên din ên civînê jî rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî yên li Herêma Kurdistanê û Îraqê bûn.
Nûvekirina herî dawî: 12:24:16




































































































































































