Omer Çelîk: HSD dikare partiyeke siyasî ava bike

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku ew gotinên erênî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) not digirin lê divê bi kiryar bibînin ku HSD li ser wan ne gef e.

26 Mijdar 2025 - 10:26
26 Mijdar 2025 - 10:26
 0
Omer Çelîk: HSD dikare partiyeke siyasî ava bike

Çelîk her wiha got, "Eger HSD bixwaze li ser me nebe gef, divê pêbendî Peymana 10ê Adarê ya li gel hikûmeta Sûriyeyê bibe."

Desteya Birêvebiriya Navendî ya AK Partiyê (MKYK) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Piştî civînê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa pêvajoya çareseriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Çelîk li ser pirseke derbarê gotinên Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî yên bi rengê "eger were vexwendin ew amade ye biçe Enqereyê" got:

"Pêşhatên li navçeyê dînamîk in. Tişta ku em dibêjin zelal e, em bi retorîkan re eleqedar nabin.

Wate ez li ser daxuyaniya vî kesî an wî kesî şiroveyekê nakim.

Ya girîng ew e ku bûyer ber bi ku ve diçin. Eger yek bêje, ez ne dijminê Komara Tirkiyeyê me, ez ji bo Tirkiyeyê ne gef im, divê em vê yekê bi fîzîkî bibînin.

Eger em tesbît bikin ku ew di nav hewldanan de ne ku sibe êrişî Tirkiyeyê bikin, gotina, em ne gef in, ji bo me bêwate ye.”

"Bala me li ser Tirkiyeya Bêteror e"

Çelîk amaje bi helwesta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî HSDyê da û anî ziman:

“Ya ku em dibînin ev e; HSD rêxistineke terorê ye û şaxa Sûriyeyê ya PKKê ye.

Di çarçoveya nêzîkatiya Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror de, divê ev ji bo Tirkiyeyê ji gefbûnê derkevin.”

Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir ku armanca wan a sereke fesixkirina rêxistinê û danîna çekan e û anî ziman:

“Bêyî ku rêxistin bi hemû beş û şaxên xwe ve were fesixkirin, çekan radest neke, neşewitîne an bin ax neke, kes nikare bêje ev pêvajo temam bûye.

Bala me li ser Tirkiyeya Bêteror e. Ev ji bo Îraqê jî, ji bo Sûriyeyê jî û ji bo şaxên li Îranê jî derbasdar e.”

"Dikarin li Sûriyeyê partiyeke siyasî ava bikin"

Omer Çelîk her wiha amaje pê kir ku eger şert û mercên Tirkiyeyê werin bicihanîn, rêya siyasetê ji bo HSDyê vekirî ye û da zanîn:

“Dema ku ew Peymana 10ê Adarê ya ku bi hikûmeta navendî ya Sûriyeyê re kirine bikeve meriyetê, ev hêz dê êdî ji bo Tirkiyeyê ne gef bin.

Wê demê ew kesên ku beşdarî terorê nebûne dikarin biçin li nav Sûriyeyê partiyeke siyasî ava bikin û di siyaseta Sûriyeyê de rola xwe bibînin.”

Çelîk amaje bi pêvajoya çareseriyê jî da û ragihand ku dewlet hem hêza xwe ya "leşkerî" û hem jî hêza "nerm" a di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de ji bo çareserkirina meseleyê bi kar tîne û got:

"Ji bo derxistina terorê ji rojeva welat, wekî hemû demokrasiyên bipêşketî, Tirkiye jî hem hêzên ewlehiyê bi kar tîne û hem jî derfetên dewleta hiqûqê û demokrasiyê dinirxîne.

Ev polîtîkayeke dewletê ye."

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk her wiha got:

“Divê em bala xwe winda nekin. Bala me li ser wê yekê ye ku rêxistina terorê çekan deyne û xwe fesix bike.

Helbet em gotinên bi niyeta baş ên di vê mijarê de not digirin lê divê ew gotin bi cih bên û di asta gotinê de nemînin.

Ji ber wê dema kesekî got 'ez li ser Tirkiyeyê ne gef im', divê em bi kiryar vê yekê bibînin, destnîşan û piştrast bikin. Dema me ev yek dît ti pirsgirêk nînin.

Li vê derê çi dibêjin ji bo van rewşan, dibêjin destkeftên Kurdan. Lê rêxistina terorê dest bi ser navçeyên Kurd û Ereb û komên din de girtiye û ev yek bi piştgiriya hêzên biyanî kiriye.

Rêya vê yekê diyar e û Komara Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl dike.

Dema ku Peymana 10ê Adarê ya li gel hikûmeta Sûriyeyê hat bicihanîn, ev hêman dê xwe ji gefbûna li ser Tirkiyeyê derbixin û ew ên ku beşdarî terorê nebûne dê biçin û li Sûriyeyê partiyeke siyasî ava bikin.

Bi vê yekê jî dê hewl bidin bi awayekî çalak bi wê partiya siyasî rola wan a çalak di siyaseta Sûriyeyê de hebe."

 

Ev nûçe bi tevahî 158 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:31:57