Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku gihîşt Tehranê, di çarçoveya merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî de bi Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî re civiya.

3 Tîrmeh 2026 - 11:05
3 Tîrmeh 2026 - 11:05
 0
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re civiya

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de rewşa herêmê, rawestandina şer û bipêşxistina pêwendiyan hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî vê sibehê li Tehrana paytexta Îranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re hatine nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du aliyan li ser bipêşxistina hevkarî û hevahengiya hevbeş nêrînên xwe guhertine û bal kişandine ser rawestandina şer û pêşhatên dawî yên li herêmê.

"Pêwîstî bi diyalogê heye"

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevahengiya piralî kiriye.

Wan eşkere kir ku divê ev hevahengî xizmeta parastina ewlehî, aramî û berjewendiyên gelên herêmê bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya merasîmê de bi çend serkirde û berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtinan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê îro saet 08:00an gihîşt Tehranê.

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Alîkarê Kurd ê Serokkomarê Îranê yê Kar û Barên Herêmên Bipaşdemayî Ebdulkerîm Husênzade, Berpirsê Kar û Barên Îraqê yê Wezareta Karên Derve ya Îranê Mûsa Tebatebayî û Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê ya li Tehranê Emar Selman ve hat pêşwazîkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:06:59