Nêçîrvan Barzanî dderbarê aloziyên Iraq'ê de peyamek belavkir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser buyerên Bexdayê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe de nîgeraniya xwe li ser bûyerên îro yên Bexdayê nîşan daye û ragihandiye: “Em ji nêz ve û bi nîgeraniyeke kûr ve li pêşhateyên siyasî û ewlehî yên îro yên Bexda û çend cihên din dinêrin. Em ji hemû aliyan daxwaz dikin ku nehêlin rewş ji vê zêdetir ji kontrolê derbiçe.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye: “Xwepêşandana aştiyane, mafekî destûrî yê parastî ye, lê belê alozî û ragirtina saziyên dewletê ti kêşeyekê çareser nake û rewşê aloztir dike, loma divê rûmeta saziyên dewletê parastî be û rêgirî li erk û karên wan neyê kirin.”
Li ser rol û erkê hêzên ewlehiyê, Nêçîrvan Barzanî tekez kiriye: “Li ser hêzên ewlehiyê pêwîst e ku bi agahdarî û hişyarî ligel rewşê tevbigerin û rê neyê dayîn ku xwepêşandan û bûyer bibin sedema têkçûna zêdetir a rewşa ewlehiyê û ketina qurbaniyan di navbera Iraqiyan de.”
Herwiha diyar kiriye: “Rewşa welat zanabûn û vegera mentiq û destpêkirina gotûbêjeke niştimanî û berpirsane û hevkariya hemûyan dixwaze, da ku Iraq ji vê rewşa dijwar rizgar bibe.”
Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa helwesta Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje: “Em car din tînin ziman ku Herêma Kurdistanê wek her dem hevkar dibe ji bo çareserî û hevtêgihîştina aliyên Iraqî, loma em car din hemû hêz û aliyên pêwendîdar ên Iraqî bang dikin ku werin li Hewlêrê bicivin û dest bi gotûbêjeke cidî ji bo derbaskirina vê rewşa aloz a welat bikin.”
Nûvekirina herî dawî: 14:54:02