Serok Barzanî derbarê rewşa Iraqê de peyamek belav kir
Serok Mesûd Barzanî di derbarê b3uyer û qewimînên dawîde peyamek li ser rewşa Bexdayê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê.”
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê. Ez hêvîdar im hemû alî hest bi berpirsyariyê bikin û bi xwe de biçin û ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe çek û tundûtûjiyê bi kar neynin.
Ev hêvîdar im, bîr li wan çareseriyan bikin ku xêr û berjewendiya gel û welat tê de be.
Nûvekirina herî dawî: 17:20:41