Nêçîrvan Barzanî dê sibe biçe Taranê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî ji bo merasîma binaxkirina termê rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê hat vexwendin.

2 Tîrmeh 2026 - 10:41
2 Tîrmeh 2026 - 10:41
 0
Nêçîrvan Barzanî dê sibe biçe Taranê

Tê payîn ku Nêçîrvan Barzanî roja înê li Taranê bi berpirsên bilind ên wî welatî re çend civînan bike.

Berpirsê Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Taranê Ebdullah Akreyî Rûdawê re axivî û got:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ve bi awayekî fermî hatiye vexwendin da ku beşdarî merasîma binaxkirina Elî Xaminêyî bibe."

Elî Xaminêyî 28ê Sibata 2026an di encama êrişa Îsraîlê ya li ser Taranê de hatibû kuştin.

Ebdula Akreyî da zanîn ku merasîm roja 3yê vê mehê înê saet 14:00an tê lidarxistin û Nêçîrvan Barzanî ev vexwendin qebûl kiriye û dê roja înê li Taranê be.

Hevdîtinên li Taranê

Berpirsê Nûnertiya PDKyê yê Taranê ragihand ku dê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya merasîmê de bi berpirsên bilind ên wî welatî re bicive.

Li gorî gotina wî, Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Îranê, Serokê Parlamentoyê, Wezîrê Karên Derve û Serokê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî re hevdîtinan bike.

Vexwendina ji bo serkirdeyên Kurd

Ajansa Nûçeyan a Îsnayê jî belav kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi awayekî fermî Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwendine merasîma ji bo Xaminêyî.

Li gorî ajansê, Nêçîrvan Barzanî wekî nûnerê Serok Mesûd Barzanî dê serokatiya şandeyeke bilind a berpirsên Herêma Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî dê 3yê Tîrmehê ji bo beşdarbûna vê merasîmê Taranê ziyaret bike û peyama wan a taybet bide Serokkomarê Îranê.

Ziyaretên berê yên Nêçîrvan Barzanî

Ziyareta dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Îranê 17ê Gulana 2025an bû.

Ew ji bo beşdarbûna "Foruma Diyalogê ya Taranê" çûbû wê derê.

Roja pişt re di paneleke taybet a forumê de axivî û gelek mijarên girêdayî herêmê nirxand.

Yek ji wan mijaran jî pêwendiya "dîrokî" ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de bû.

Her wiha ew 30ê Tîrmeha 2024an li Taranê beşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê niha yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bûbû.

Beriya wê jî destpêka Tebaxa 2021ê tevlî merasîma sondxwarina Serokkomarê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî bûbû.

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:45:21