Serok Barzanî li Pîrmamê Îbrahîm Kalin qebûl kir

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re qebûl kirin.

2 Tîrmeh 2026 - 10:35
2 Tîrmeh 2026 - 10:35
 0
Serok Barzanî li Pîrmamê Îbrahîm Kalin qebûl kir

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:

"Di hevdîtinê de her du aliyan pêşhatên dawî û guherînên li herêmê û astengiyên li ber aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kirin."

Baregeha Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr, Bexda û Enqereyê ragihand:

"Tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de ya di warên cuda de hat kirin."

 

Ev nûçe bi tevahî 12 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:39:38