Nêçîrvan Barzanî: Em ji tayînkirina Mark Savaya kêfxweş in

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ji tayînkirina Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê kêfxweş in.

21 Cotmeh 2025 - 09:54
21 Cotmeh 2025 - 09:54
 0
Nêçîrvan Barzanî: Em ji tayînkirina Mark Savaya kêfxweş in

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ev biryar ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di warê bi pêşxistina aramiya herêmî û berjewendiyên hevbeş de xwedî girîngiyeke stratejîk e.

"Girîngiya stratejîk hat destnîşankirin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savayayê Kildanî kir Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê.

Serok Barzanî li ser tayînkirina Savaya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê ev daxuyanî da:

"Ez ji tayînkirina Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve kêfxweş im."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev tayînkirin ne tenê wezîfedarkirineke dîplomatîk e her wiha di heman demê de ji bo hevsengiyên siyasî û stratejîk ên herêmê xwedî wateyeke kûr e.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, “Ev biryar, careke din girîngiya stratejîk a Iraq û Herêma Kurdistanê di bi pêşxistina berjewendiyên me yên hevbeş û aramiya herêmê de nîşan dide.”

Trump: "Kesayetekî serekî ye"

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser hesabê xwe yê Truth Social ragihandibû ku wî Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê tayîn kiriye.

Trump bal kişandibû ser têgihîştina kûr a Savaya ya derbarê pêwendiyên di navbera Washingtin û Bexdayê de û gotibû:

"Mark di kampanyaya min a hilbijartinê ya li Michiganê de aktorekî serekî bû, li wir wî û kesên din ji bo bidestxistina dengekî rekor di nav Misilmanên Amerîkayê de alîkarî kir. Pîroz be, Mark!"

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:25:55