Nêçîrvan Barzanî ji bo rojbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rojbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir.

25 Tebax 2026 - 11:06
25 Tebax 2026 - 11:06
 0
Nêçîrvan Barzanî ji bo rojbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de Mewlûda Pêxember li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku ev bîranîna pîroz xêr û xweşiyê bi xwe re bîne.

"Bila bibe sedema xurtkirina biratiyê"

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê ev roj bibe sedema xurtkirina giyanê biratî û lêborînê û got:

"Hêvîdar im ku ev bîranîna pîroz, xêr, xweşî, aramî û bextewariyê ji bo hemûyan bi xwe re bîne.

Her wiha bibe hewêna xurtkirina giyanê biratî, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera hemû pêkhateyan de."

"Em ber bi paşerojeke aramtir gav bavêjin"

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku divê ev boneya pîroz bibe derfetek ji bo pêbendbûna bi peyam û nirxên bilind ên Pêxemberê Îslamê û wiha pê de çû:

"Bila ev boneya pîroz bibe derfetek ji bo nûkirina pabendbûna bi peyam û rêkar û nirxên bilind ên Pêxember di belavkirina qencî, dadperwerî, aştîxwazî û mirovdostiyê de da ku em bi hev re ber bi paşerojeke ewletir û aramtir gav bavêjin.

Bîranîna Mewlûda Pêxember li hemû aliyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be."

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:06:41