Li peravên Umanê êrişî keştiyekê hat kirin

Saziyeke deryayî ya Brîtanyayê vê sibehê ragihand ku li Tengava Hurmizê li peravên Umanê êrişî keştiyekê hatiye kirin.

25 Tebax 2026 - 11:04
25 Tebax 2026 - 11:04
 0
Li peravên Umanê êrişî keştiyekê hat kirin

Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) diyar kir:

“Kaptanê keştiya petrolê ragihandiye ku heybereke nenas li keştiya wan ketiye. Vê yekê zerer gihandiye jûra motorê û keştî ji kar xistiye.”

Saziyê da zanîn ku rewşa hemû tîmên keştiyê baş e.

Saziyê eşkere kir ku ev rûdan 16,7 kîlometreyan li bakurrojhilatê navçeya Şîşeyê ya Umanê çêbûye.

Di daxuyaniya ku li ser înternetê hatiye belavkirin de li ser nasnameya keştiyê û rêwîtiya wê ti agahî nehatin dayîn.

Dorpêça li ser Tengava Hurmizê

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir.

Ji wê demê ve Tehranê bi awayekî pratîk Tengava Hurmizê dorpêç kiriye û dixwaze di berdêla derbasbûna keştiyan de bacê bistîne.

Her wiha Tehran êrişî wan keştiyan dike ku qaşo “hewl didin xwe ji wê xetê bidin alî ku Tehranê diyar kiriye.”

Plana fetisandina aborî

Li hêla din, şerê li Rojhilata Navîn nêzîkî meha xwe ya şeşem dibe.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent doh plana welatê xwe ya ji bo “fetisandina aborî” ya Îranê eşkere kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:04:29