Nêçîrvan Barzanî: Mijar ne şexsî ye, armanc pêgeha Serokê Herêmê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa li mala xwe ji Rûdawê re got, "Mijar ne şexsî ye, armanc pêgeha Serokê Herêmê ye."

28 Adar 2026 - 23:26
28 Adar 2026 - 23:26
 0
Nêçîrvan Barzanî: Mijar ne şexsî ye, armanc pêgeha Serokê Herêmê ye

Neçirvan Barzani bi rêya telefonê li bultena Rudaw Media Network beşdar bû û li ser êrişa li ser mala xwe ya li Dihokê axivî.

Barzanî got ku ev êriş ne mijarek şexsî ye, lêbelê ji bo hemû Îraqê metirsiyek mezin e.

Wî diyar kir ku pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê vê mijarê bi cidiyetê bigire û li hember komên ku li derveyî yasayê ne, gavên xurt bidê.

Barzanî her weha spasiya piştgiriya navxweyî û navneteweyî kir û got ku ev piştgirî ji bo wan hêzeke mezin e.

Wî di dawiyê de got ku bi xweşî, di êrişê de tu kes nebirîndar û nehat kuştin, û ziyan tenê maddî ye

Ev nûçe bi tevahî 70 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:17:33