Nêçîrvan Barzanî: Ti kes nikare PDK û Şingalê ji hev cuda bike

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li Nînowayê (Mûsil) tevlî bangeşeya partiya xwe ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bû.

25 Cotmeh 2025 - 10:32
25 Cotmeh 2025 - 10:32
 0
Nêçîrvan Barzanî: Ti kes nikare PDK û Şingalê ji hev cuda bike

Nêçîrvan Barzanî di ahenga danasîna namzedan de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku ti kes nikare PDKyê ji Şingalê cuda bike.

Alîkarê Serokê PDKyê ragihand ku qonaxa bê ya li Îraqê qonaxa bicihanîna destûrê ye û PDK xwe ji bo wê qonaxê amade kiriye.

Nêçîrvan Barzanî her wiha amaje bi wê yekê kir ku ew çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê heye, cihê şanaziyê ye.

Alîkarê Serokê PDKyê di axaftina xwe de got, "Rikberî li Nînowayê bihêz e û divê PDK bibe partiya yekem.

PDK li Nînowayê çi qasî bi hêz be, dê li Bexdayê jî ew qasî bihêztir bibe. Tecrubeyê jî selmandiye ku PDK li kîjan cihî bihêz be li wî cihî aramî, avedanî û pêkvejiyan heye."

“Qonaxa bê, qonaxa bicihanîna destûrê ye”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi pêwîstî û girîngiya bicihanîna destûra Îraqê kir û got:

Ev hilbijartin ji bo Îraqê di qonaxeke dîrokî de birêve diçe û qonaxa bê jî, qonaxa bicihanîna destûrê ye.

PDKyê jî xwe ji bo wê qonaxê amade kiriye."

Alîkarê Serokê PDKyê diyar kir ku pirsgirêkên ku derdikevin encama nebicihanîna destûrê ne. Ji ber vê yekê, divê destûr wekî xwe bê bicihanîn.

Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser parastina çanda pêkvejiyanê ya li Nînowayê jî kir û got:

"Nînowa wekî Îraqeke biçûk e û cihê pirrengî û pêkvejiyana pêkhateyên cuda ye.

Ew kultura pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê jî heye, cihê şanaziyê ye û divê berdewam bike."

“Kes nikare PDKyê ji Şingalê cuda bike”

Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Şingalê jî axivî û got, "Ji bo dûrxistina PDKyê ji Şingalê planek heye lê kes nikare PDK û Şingalê ji hev cuda bike.

Yê ku bixwaze di navbera Kurd û pêkhateyan de duberekiyê çêke, divê xewnên xwe bibe gorê.

DAIŞ encama siyaseta şaş û bipaşguhxistina xelkê resen bû loma divê hişmendiya bipaşguhxistinê bi dawî bibe."

PDK bi 61 namzedan, li Nînowayê di nav partiyên Kurdistanî de di rêza yekem de ye.

Li vê bazneyê PDK ji bo 34 kursiyan rikberiyê dike. Parlamentoya Îraqê bi giştî ji 329 kursiyan pêk tê û 11ê Çiriya Paşîn dê hilbijartinên parlamentoya Îraqê bên kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:11:05