Qeyûm tayînî TELE 1ê hat kirin
Li ser Televîzyona TELE1ê qeyûm hat danîn.
Di çarçoveya lêpirsîna "sîxuriyê" ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne de, bi biryara dadgehê Fona Sîgortayan a Mevdûatê ya Teserûfê (TMSF) wekî qeyûm li ser Televîzyona TELE 1ê hat tayînkirin.
Bi vê biryarê re, desthilatên birêvebirî û darayî yên kanalê bi temamî derbasî TMSFyê bûn.
Hat ragihandin ku biryar li ser daxwaza serdozgeriyê ji aliyê dadgeha sulh û ceza ve hatiye dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna sîxurtiyê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de, derbarê Ekrem Îmamoglu, Necatî Ozkan û damezirînerê televîzyona TELE1ê Merdan Yanardag bi îdiaya “sîxurtiyê” dest bi lêpirsînê hatibû kirin.
Damezirînerê televîzyona TELE1ê Merdan Yanardag îro serê sibehê hatibû desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriyê, bi rêya sepana “Stenbol ya te ye/Istanbul Senin” agahiyên şexsî yên 4,7 milyon kesî ji 2 welatên biyanî re hatine şandin.
Her wiha hat ragihandin ku agahiyên 3,7 milyon kesî jî bi rêya 'darkwebê' hatine firotin.
Nûvekirina herî dawî: 00:46:28