Netanyahu: Êdî parêzbendiya serkirdeyên terorê namîne

Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî da ku ew dê li her derê "serkirdeyên terorê" bikin hedef û got, "Ew roj derbas bûn ku serkirdeyên terorê li cihekî diyarkirî xwedî parêzbendî bûn."

10 Îlon 2025 - 10:24
10 Îlon 2025 - 10:24
 0
Netanyahu: Êdî parêzbendiya serkirdeyên terorê namîne

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li balyozxaneya Amerîkayê ya li Quds/Orşelîmê gotarek pêşkêş kir.

Benjamin Netanyahu got, “Divê dijminên me tiştekî zanibin, ji dema avabûna Îsraîlê ve xwîna Cihûyan ne erzan e.”

Gotinên Netanyahu piştî êrişa asmanî ya Îsraîlê ya li ser baregeha Hemasê ya li Dohaya paytexta Qeterê hatin.

Serokwezîrê Îsraîlê amaje pê kir, cihê ku wan li Dohayê kiriye hedef, heman ew cih bûye ku di dema êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a li Îsraîlê de, serkirdeyên Hemasê lê aheng li dar xistibû.

Netanyahu derbarê şerê Xezeyê got ku wan bingeha wê agirbesta ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye pêşkêşkirin qebûl kiriye û anî zimên ku eger Hemas bendên agirbestê qebûl bike, dibe ku şer "yekser" raweste.

Netanyahu gotara xwe bi zimanê Îbranî pêşkêş kir lê di beşekê de bi Îngilîzî berê xwe da xelkê Xezeyê û got:

“Rê nedin ku hûn ji aliyê van terorîstên kujer û ji aliyê van kujeran ve ji rê bên derxistin. Ew qet qîmeta we nizanin...

Li Xezeyê jî ew diçin tunelên binê erdê û we li ser erdê dihêlin da ku hûn ji wan re bibin mertalên mirovî.”

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:33:37