Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa Îsraîlê ya li Dohayê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa Îsraîlê ya li Dohayê sermezar kir û ragihand ku ew êriş "ewlehî û aramiya herêmê dixe metirsiyê."

10 Îlon 2025 - 10:26
10 Îlon 2025 - 10:26
 0
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa Îsraîlê ya li Dohayê şermezar kir

Artêşa Îsraîlê doh li Dohaya paytexta Qeterê bi êrişeke asmanî serkirdeyên Hemasê kir armanc.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê êrişa Îsraîlê ya li Dohaya paytexta Qeterş peyamek belav kir.

"Em êrişa îro ya Îsraîlê ya li Dohayê şermezar dikin ku ewlehî û aramiya herêmê dixe metirsiyê.

Em bi temamî piştgiriya Qeterê dikin û bangî civaka navneteweyî dikin ku ji bo rêgirtina li wan karan û vegerandina aştî û aramiyê ji bo herêmê hemû hewlan bide."

Îsraîlê îro li Dohaya paytexta Qeterê şandeyeke dan ûs tandinan a Hamasê hedef girt.

Hamasê piştî êrişê ragihand ku serkirdeyên wê ji êrişê rizgar bûne û êriş bi ser neketiye lê 6 kes hatine kuştin.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:36:08