Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa bi dronan a li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Binpêkirineke eşkere ya serweriyê ye.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji ajansa Rûdawê re li ser van êrişên bi dronan axivî û got:
"Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin."
Pirsa Rûdawê û bersiva Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric wiha ye:
Rûdaw: Tenê pirsek, îro du dronên bombebarkirî yên Îranê Herêma Kurdistan kir armanc. Yek ji wan li ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ket. Li gorî gotina berpirsên wê derê, ev yek wekî pêngaveke metirsîdar tê dîtin. Gelo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî vê êrişa li ser Kurdistanê wekî êrişa li ser serweriya Îraqê dibîne?
Stephane Dujarric: Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, duh (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Nûvekirina herî dawî: 15:19:32