Fuad Husên û Ebas Eraqçî li ser êrişa li Hewlêrê nîqaş kir

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Îranî re axivî û wan êrişa li ser ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş kir.

18 Tebax 2026 - 10:51
18 Tebax 2026 - 10:51
 0
Fuad Husên û Ebas Eraqçî li ser êrişa li Hewlêrê nîqaş kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser êrişê "şaşbûna xwe" anî zimên û got, “Ti agahiyên me nînin ku ev êriş ji axa Îranê hatibin kirin."

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ji bo nîqaşkirina êrişê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakqî re axivî.

Bi dronên "Hedîd-110" êrişî ofîsa taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatibû kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Fuad Husên tekez kiriye û gotiye:

"Îranê êrişên berê bi hebûna partî û aliyên mixalefetê yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê rewa dikirin.

Lê belê, di êrişa dawî de rasterast Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatiye armanckirin."

Fuad Husên ev yek wekî "pêşîneyeke metirsîdar" pênase kir.

Wî da zanîn ku ev êriş dibe sedema zêdebûna aloziyan û gefê li aramiya herêmê dixwe.

Daxwaza daxuyaniyeke fermî

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê ev "êrişa bêhincet" şermezar kir û daxwaz kir ku Îran helwesta xwe ya fermî li ser vê êrişê eşkere bike.

Fuad Husên destnîşan kir ku kiryarên bi vî rengî rewşeke metirsîdar in û dê encamên wan ên xerab ji bo ewlehiya Îraqê û aramiya herêmê hebin.

Bersiva Îranê: Agahiyên me nînin

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniya de cih da axaftinên Ebas Eraqçî jî.

Li gorî daxuyaniyê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî "şaşbûna xwe ya li hemberî rûdana êrişeke bi vî rengî" anî zimên:

“Ti agahî li ber destê me nînin ku êriş ji axa Îranê hatibin kirin.

Eger em pêwendiyên erênî û xurt ên di navbera hikûmeta Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî bi her du partiyên sereke re binîn ber çvan ti hincet ji bo karekî wiha nîne."

Erakqî soza daxuyaniyê da

Wezareta Karên Derve ya Îraqê diyar kir, Fuad Husên ji aliyê Îranî xwestiye ku helwesteke wan a fermî li ser êrişê hebe.

Eraqçî ducare kir ku welatê wî her karekî ku dibe sedema zêdekirina aloziyan û têkdana aramiyê red dike.

Wezareta Karên Derve yê Îran soz da ku hikûmeta wî dê ji bo zelalkirina helwesta xwe daxuyaniyeke fermî bide.

Çi bûbû?

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, duh (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.

Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.

Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:

"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 57 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:40