Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyeyê mafên Kurd û jinan nayên parastin
Li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê civîneke taybet li ser rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin û tê de rexne li nedayîna mafên jinan, Kurdan û pêkhateyên din hat girtin.

Cîgira Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Necat Ruşdî got:
"Ji bo gelek jinên Sûriyeyî, pêvajo û encamên destpêkê yên birêvebiriya demkî ne li gorî hêvî û sozên hatibûn dayîn bûn.
Her wiha Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî tekezî li ser pêwîstiya nûnertiyeke baştir a pêkhateyan kir."
Ji 119 endamên Parlamentoya Sûriyeyê yên ku 5ê mehê hatin hilbijartin, tenê 6 jin in.
Her wiha tenê 11 ji wan Kurd, Xiristiyan, Îsmaîlî û Elewî ne.
Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi hinceta ewlehiyê biryar da ku li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hilbijartin neyên kirin.
Ji bilî van her du mijaran, bal hat kişandin ser rewşa xirab a mirovahiyê û kêmbûna alîkariyan a ji bo bi giştî Sûriyeyê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.
Birêvebirê Hevahengiyê yê Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Ramesh Rajasingham anî ziman:
"Krîza mirovahiyê ya li Sûriyeyê wekî xwe maye û heta radeyekê xirabtir jî bûye.
Guherînan bandoreke mezin li ser dabînkirina pêdiviyên xelkê kiriye.
Ji ber vê yekê, me nikarîbû alîkariyan bigihînin hinek deverên Sûriyeyê ku di nav de Hisîça jî heye."
"Zêdetirî milyonek koçberî vegeriyane"
Li gorî OCHAyê, ji fona ku ji bo alîkariya Sûriyeyiyan pêwîst e, tenê ji sedî 19 hatiye dabînkirin.
Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Elebî jî bal kişand ser hinek bipêşketinan û da zanîn:
"Dema min nîne ku ez li ser hemû destkeftan biaxivim.
Ji ber vê yekê ez tenê behsa hejmaran dikim.
Zêdetirî milyonek koçberî vegeriyane malên xwe.
Ev peyamek e li ser siyaset, hewldan û destkeftiyên hikûmetê."
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê 14 milyon kes koçber bûne û 6,6 milyon ji wan jî li derve ne.
Nûvekirina herî dawî: 14:35:50


































































































































































