Ukrayna û Amerîkayê li ser êrişa li Moskowê daxuyanî da

Amerîkaû Ukraynayê têkildarî êrişa çekdarî ya li saloneke konserê yê li Moskowê daxuyanî da.

23.03.2024, Cts - 09:43

Ukrayna û Amerîkayê li ser êrişa li Moskowê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Ragihandinê yê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de li ser êrişa çekdarî ya li saloneke konserê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê axivî.

Şêwirmendê Ragihandinê yê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby êrişa çekdarî ya li Moskowê wekî “hovane” bi nav kir û got:

“Heta niha ti delîl nînin ku welatê Ukraynayê yan jî Ukraynayiyan di vê êrişê de cih girtine.”

John Kirby da zanîn ku bûyer êrişeke çekdarî ya “hovane” ye û wan sersaxî ji qurbaniyên wê êrişê re xwest û diyar kir hîn zû ye ku li ser bûyerê nirxandin werin kirin.

John Kirby derbarê pêwendiya êrişê û Ukraynayê jî de got:

“Heta niha ti amarek nîne ku Ukrayna yan jî Ukayniyan ev êriş pêk anîbin, nûçe gelekî nû ye. Em dê lê binêrin lê belê di demjimêrên destpêkê de wisa nefikirin ku pêwendiya wê bi Ukaynayê re heye. Ew fikrekî xelet e.”

Di berdewamiyê jî de Kirby amaje bi wê yekê jî kir, ti amarek nîne li nava Rûsyayê hêzeke siyasî bi wê motîvasyonê êrişeke wisa pêk anîbe.

Derbarê hişyariya beriya bi demekê ya ewlehiyê ya Balyozxaneya Amerîkayê jî Kirby ragihand, ti pêwendiya wê hişyariya ewlehiyê jî bi awayekî yekser bi êrişa îro re nîne.

Li aliyê din Ukraynayê jî ragihand, ti pêwendiya wan bi êrişa salona konserê ya li Moskowê re nîne.

Şêwirmendê Serokkomariya Ukraynayê Mykhailo Podolyak derbarê êrişê de axivî û ragihand, ti pêwendiyeke Kyivê bi êrişa çekdarî ya li Avahiya Şaredariya Crocusê ya bajarê Moskowê re nîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x