Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekirina aqûbeta hestiyên li nav kelehê hatin dîtin, daxwaza lêpirsînê dike

Baroya Diyarbekirê daxuyandiye ku ji bo eşkerekirina aqûbeta hestiyên 3 termên mirovan ku di kolînên li Sûrên Diyarbekirê de hatibûn dîtin, sêrlêdan kiriye.

11.06.2022, Cts - 07:15

Baroya Diyarbekirê ji bo eşkerekirina aqûbeta hestiyên li nav kelehê hatin dîtin, daxwaza lêpirsînê dike
Nuçe Belav bike

Baroya Diyarbekirê di daxuyaniyê de ragihand ku "li nav keleha Diyarbekirê" ku di salên 1990î de wek "navenda lêpirsînê ya JÎTEMê" hatiye bikaranîn, di xebatên nûjenkirinê û kolanê de îskeletên termên 3 mirovan hatine dîtin.

Serokatî û rêvebiriya Baroya Diyarbekirê jî, ji bo ku ew mirov kengî hatine kuştin yan jî wan mirovan çi wext û çawa canê xwe jidest dane bê eşkerekirin, serlêdana destpêkirina lêpirsînê ji bo Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê kiriye.

Baroya Diyarbekirê ragihandiye ku dê daxwaza wan ew e ku lêkolîn û lêpirsîn bê kirin ku ew hestî ango îskelet yên kê ne û kengî û çawa canê xwe ji dest dane bê eşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 662 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:46:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x