Dr. Şaxewan Ebdullah ji ber gendeliyê daxwaza rawestandina karê firokexaneya Kerkûkê kir

Roja duşemê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah daxwaz ji Wezîrê Veguhastinê kir, ji ber gumana gendelî, pirsgirêkên ewlehiyê û astengiyên teknîkî û îdarî, karê firokexaneya Kerkûkê rawestîne.

18.10.2022, Sal - 06:14

Dr. Şaxewan Ebdullah ji ber gendeliyê daxwaza rawestandina karê firokexaneya Kerkûkê kir
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Wezîrê Veguhestinê yê Hikûmeta Federal kir, ji ber gumanên gendeliyê di wê projeyê de, tevî pirsgirêkên ewlehiyê û astengiyên îdarî, karê firokexaneya Kerkûkê rawestîne.

Dr. Şaxewan Ebdullah herwiha vekirina firokexaneya Kerkûkê bi vê lezê li ser destê dezgeha firokevaniya sivîl û Wezareta Veguhastinê û pêwendîdar, bêyî li berçavgirtina dosyayên gendeliyê û çareserkirina arîşeyên firokexaneyê bi giştî.

Dr. Şaxewan Ebdullah amaje bi wê yekê jî dike ku diviyabû ew firokexane berî parêzgehên din bihata vekirin, wek maf û layiqek ji bo kurên parêzgehê, ji bilî sûdwergirtina aborî û darayî û peydakirina kar.

Di dawiyê jî de Şaxewan Ebdullah dibêje:“Em piştgiriya cîbicîkirina pirojeyên stratejîk dikin, lê mixabin gumana gendeliyê di hûrgiliyên projeyê de hene, eger rêgirtin û tedbîrên ewlehiyê yên taybet û dosyayên gendeliyê bên çareserkirin û kêşe bên çareserkirin, kare careke din li firokexaneyê were kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:11:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x