Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay têkildarî amarên erdhejên duh ên ku navenda wan parêzgeha Mereşê bûn daxuyanî da.
Fuat Oktay diyar kir ku heta niha di erdhejê de 3 hezar û 419 kesan canê xwe ji dest dane û 2ê hezar û 534 kes jî birîndar bûne û zêdeyî 8 hezar kesan jî hatine rizgarkirin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku 5 hezar û 775 avahî hilweşiyane.
Li herêma erdhejê rewşa awarte hatiye ragihandin. Di çarçoveya Plana Rewşa Bilez û Karesatan ya Tirkiyê de jî hişdariya asta 4emîn hat dayîn.